BANGA GOTAR Û
Kovar salê carekê, adar (meha 3), tê belavkirin.
Ji bo jimareya çarem, ya adara 2020an, hûn dikarin heta 31ê tîrmeha 2019an (31.07.2018) nivîsar û gotarên xwe bişînine ser vê adres-emailê:
Nivîsar û gotarên piştî vê tarîxê têne şandin dê ji bo jimareya paştir bêne nirxandin.
Nivîsarên we dibe yek ji van cureyên/cûnên li xwarê be û divê kêm-zêde riayetê li hidûdê peyvan bike:
-
Gotarên lêkolînê li ser tehlîla daneyan (research article), 5000-8000 peyv
-
Gotarên rexneya lîteratûrê (review article), 4000 – 8000 peyv
-
Kurte-nivîsarên cihêreng, 1000-5000 peyv:
-
nivîsarên pêşkêşkirina destnivîsar û belge û metnên kevn,
-
têbîniyên lêkolînê yên nisbeten kurt,
-
nasandin û hilsengandina proje û konferansan
-
pêşkêşkirina bîbliyografyayan,
-
hizr û pêdeçûnên li ser pirsên aktuel ên zimanê kurdî û termên zanistî û hwd.
-
-
Cerebeyên rexneyî li ser kitêban, bi kurdî (an bi zimanekî din), 2000-6000 peyv
-
Hilsengandina kitêbên lêkolînê yên bi kurdî (an bi zimanekî din), 1000-4000 peyv
Ji bo nivîsarên ji cureyên 1-2-4 divê kurteyên li dor 150-250 peyvî bi kurdî û îngilîzî hebin.
Ji bo agahiyên zêdetir li ser amadekirina nusxeya nivîsarên xwe li Rêbera Nivîskaran binêrin.