© 2023 by Derwaze. Proudly created with Wix.com

  • Facebook Social Icon
  • Twitter Social Icon
  • Google+ Social Icon

ÇARÇOVE Û ARMANC

Derwaze kovareke akademîk a bihekem e di warê zanistên civakî û mirovî de. Armanca Derwazeyê ew e bibe meydanek bo nivîsîn û wergera bi kurdî ya metnên bi standardên akademîk yên cîhanî di warên zanistên civakî û mirovî de, wek tarîx, felsefe, civaknasî, psîkolojî, psîkanalîz, coxrafî, dînnasî, siyaset, antropolojî, teorî û rexneya edebî û kultûrî, perwerde, zimannasî, huner û arkeolojî. Kovar, zêdetir ji têkilbûneke yekser a bi pirsên rojane, hewl dide bingeh û lîteratûreke bi kurdî ya mandegar durist bike, lewre girîngiyeke taybet dide lêkolînên binyadî yên bi çarçoveyeke teorîk. Armanceke kovarê jî ew e ku cîhana hizrî û zanistî ya ji derveyî babetên derheq kurdan de jî bi kurdî berdest bike û bi vî rengî kartêker be di merheleya geşedan û binecihbûna zimanê kurdî wek amrazê derbirîna zanistî û têgehî de.

 

Derwaze, xeynî jimareyên taybet, tenê bi kurdî ye û salê carekê derdiçe. Nivîsar bi hemî zaravayên kurdî û bi her du elifbêyên kurdî yên bi herfên latînî û erebî dibe bêne pêşkêşkirin.

 

Derwaze xebatên orîjînal û berê çapnebûyî yên ji cureyên wek gotarên lêkolînê, gotarên nirxandinê, nivîsarên pêşkêşkirina belge û têbîniyên lêkolînê, ceribandinên rexneyî, û nirxandinên kitêban belav dike. Herwiha, di her hejmarekê de, di bin “Metnên Bingehî” de cih dide wergera kurdî ya klasîkeke Kurdnasiyê an zanistên civakî û mirovî. Ji bo agahiyên li ser amadekirina reşnivîsa gotar û nivîsarên xwe li Rêbera Nivîskaran, li ser malpera kovarê, binihêrin.